Li Yewnanistanê 8'ê Adarê bi greva giştî re bû yek

  • 16:08 8 Adar 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Yewnanistanê piştî qezaya trenê, greva ku hat destpêkirin, bi çalakiyên 8'ê Adarê re bû ye û bi hezaran jin derketin qadan.
 
Bi minasxebata 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li welatên Ewropayê jî jin derketin qadan. Ji van welatan yek jê jî Yewnanistan e. Li Herêma Tembî ya bajarê Larîsayê di qezaya trenê de 57 kes miribûn û çalakiyên şermezarkirinê ku hatibûn destpêkirin veguherîn greva giştî. Lê welatê ku kedkaran dest ji kar berdan, greva giştî bi çalakiyên jinan ên 8'ê Adarê re bûn yek û ji serê sibehê ve qad û kolan tijî bûn.
 
Herwiha li Yewnanistanê li zanîngehan jî ders hatin boykotkirin û çalakiyên rûniştinê hatin lidarxistin. Di çarçoveya van çalakiyan de li avahiya Zanîngeha Atînayê "Kujerno em ê dawî li îqtîdara we bînin" hat daliqandin.
 
Li gelek bajarên welat jî çalakiyan berdewam kir.