Talîban xwendekarên jin tevli ezmûnên dawî nekirin

  • 17:00 27 Sibat 2023
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Beşa ezmûnan ya Talibanê ji bo xwendekarên mêr yên tibê ezmûnên finale ragihandin û aşkere kirin ku ji bo xwendevanên jin ên tibê tu ezmûnên finalê pilan nekirine.
 
 Li Afganistanê konseya tibê di salê de dû caran ji bo xwendevanên fakulteya tibê belgeya mevzunyetê bigrin, ezmûnên derketinê dikin. Encamên ezmûna derketinê di 18’ê Sibatê roja Şemiyê de tenê xwendevanên mêr beşdar bûn hate aşkerekirin. Talîbanê xwendekarên jin negirt ezmûnên fînalê û dan zanîn ku wan pilan nekirine ku jin beşdarî ezmûnên finalan bibin.
 
Ji xwendekarên jin bertek
 
Ev daxuyaniya Taliban bû sedemê bertekan. Xwendevanên jin li dijî vê daxuyaniyê bertek nişan dan û diyar kirin ku ew mehkumê malê hatine kirin û pêşeroja xwe ya kar û akademik winda kirine.