Li Sûriyeyê di encama erdhejê de 5 kes mirin

  • 14:04 21 Sibat 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Sûriyeyê ku erdheja bi lerza 6,4 a ku li Hatayê pêk hat banodroa xwe li Sûriyeyê jî kir û 5 kesî jiyana xwe ji dest dan.
 
Erdhejên bi leza 6,4 û erdheja bi leza 5,8'an a ku şeva borî li navçeya Defne ya Hatayê bi navbereke 3 deqîqeyan pêk hatîn, Sûriye, Iraq, Lubnan, Îsraîl û Filistînê jî bandora xwe kir.
 
Ji ber erdhejê li Sûriyeyê jî hin kesan jiyana xwe ji deest dan. Li gorî agahiyên ji aliyê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li Ingilîstanê ye, erdheja ku li bajarên Heleb, Tertûs, Hama û Laziqiyê yên Sûriyeyê jî bandora xwe kir, di nava gel de bû sedema tirseke mezin û kesan ji ser ban û eywanan xwe avêtin.
 
5 kes mirin
 
Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama erdhejê de herî kêm 5 kesî jiyana xwe ji dest dane û 500 kes jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kesên xwe ji ser ban û eywanan avêtibûn di laşê wan de şikestin çêbûye û hinek jî di encama erdhejê de malên wan hilweşiyane. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 350 kes ji birîndaran ji herêmên di bin kontrola Şamê de ne, 150 jî ji herêma bakur-rojavayê ne.
 
Rêxistina alîkariyên pizîşkî SAMS jî ragihand ku gelek avahî li nêzîkî Helebê hatine hilweşandin.