Heleb, Lazîqiye, Hema û Idlib wek herêmên karesatê hatin îlankirin

  • 15:48 10 Sibat 2023
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî 4 rojan hikumeta Şamê bajarên Heleb, Lazîqiyê, Hema û Idlib wek herêmên karesatê îlan kirin.
 
Hikumeta Şamê herêmên Heleb, Lazîqiyê, Hema û Idlibê yên ku ji ber erdhejê zirarên mezin dîtine, wek herêmên karesatê îlan kirin.
 
Di 6`ê Sibatê de li Bakurê Kurdistanê û bakurê rojavayê Sûriyeyê erdhejek mezin rû da, her wiha li herêmên bakur û rojhilatê Lubnanê û rojhilatê Deryaya Spî jî hat hîskirin.
 
Heta niha li seranserê Sûriyeyê ji ber erdhejê 8 hezar û 685 qurbanî û birîndar hene.