Iraq malbatan ji wargeha Holê vedigerîne Musilê

  • 13:04 15 Çile 2023
  • Cîhan
  
NAVENDA NÜÇEYAN - Iraqê ragihand ku biryara 150 malbat ji wargeha Holê bê veguhestina wargeha Cede ya li  Musilê girtıne. 
 
Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku biryara 150 malbat ku piraniya wan jin û zarokin, ji wargeha Holê bê veguhestina wargeha Cede ya li parêzgeha Musilê. Herwıha wezaretö da zanîn ku gelek caran wezaret ji aliyê rêxistinên navneteweyî ve rastî astengiyan tê ku hertim destwerdanê dikin û wiha got: “Em di dema girtina wargehan de, banga aramiyê dikin.”
 
Hêjayî gotinê ye ku wargeha Holê li rojavayê Kurdistanê ye û di nav de malbat û kesukarên çeteyên DAIŞ’ê tên ragirtin. Li gorî bilançoyan di nava wargehê de nêzîkî 70 hezar kesên ji nîjadên cuda cuda tê de hene ku zêdetirî 30 hezar kesan, xelkê Iraqê ne. Ev wargeh ji êrişên çeteyên DAIŞ’ê re metirsiyek mezine. Lewma di vê çerçoveyê de bi fermî ji welatan hatiye xwestin ku welatiyên xwe vegerînin welatê xwe.