Li Teksasê 46 cenazeyên koçberan di qemyonê de hatin dîtin

  • 10:52 28 Hezîran 2022
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li eyaleta Teksasê ya DYE'yê di qemyonekê de 46 cenaze hatin dîtin.
 
Li bajarê San Antonio ya eyaleta Texasê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) di kaseya kamyonekê de cenazeyên 46 koçberan hatin dîtin. Tê gotin ku kesên jiyana xwe ji dest dane, koçber in û di nava wan de zarok jî hene.
 
Hate ragihand kuyê DYE’yê di kaseya kamyonekê de 46 kesan jiyana xwe ji dest dane. Tê gotin ku kesên jiyana xwe ji dest dane, koçber in û di nava wan de zarok jî hene.
 
Saziya Agirkujiyê ya San Antonio ragihand ku 4 jê zarok, 16 kes rakîrine nexweşxaneyê. Rayedaran diyar kirin ku kamyona xwedî taybetmendiyê cemidandinê, kîlamayên wê nexebiye û di nav de av nebû. Kamyon ji derveyî bajar li kêla rê hatî terkirin hate dîtin.
 
Li gorî agahiyên polîsên bajar dane, 3 kesên ku tê gotin peywendiya wan bi bûyerê re heye hatine binçavkirin. 
 
Şaredarê San Antonîo bûyer weke trajediyeke giran a mirovî pênase kir û xwest, kesên ku mirovan dixin nava rewşeke bi vî rengî ya nemirovî, bêne darizandin.
 
Li heman bajarî sala 2017'an 10 koçber, sala 2003'yan jî 19 koçber di qemyonan de mirî hatibûn dîtin.
 
Bazirganên mirovan gelek caran koçberan dixin qemyonan û bi vî rengî derbasî Amerîkayê dikin.