Li ser sînorê Spanyayê 29 koçber hatin qetilkirin

  • 10:48 26 Hezîran 2022
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - 29 koçberên ku piraniya wan Afrîkî bûn û dixwestin derbasî Spanyayê bibin ji aliyê polîsên Spanyayê ve hatin qetilkirin.
 
Li gorî daxuyaniya Komeleya Mafên Mirovan a Fasê, di encama mudaxeleya polîsên Spanyayê de 29 koçberên ku dixwestin ji Fasê derbasî bajarê Melîlla yê Îspanya yê li Bakurê Afrîkayê bibin, hatin kuştin. Li aliyê din hat ragihandin ku gelek koçber birîndar bûne. Herwiha rayedarên Fasê diyar kirin ku kesên hewl didin bi girseyî ji herêma sînor bikevin Melîllayê, mirovên bi eslê xwe Afrîkî yên ji herêma binê Sahrayê ne û herî kêm 130 koçber derbasî Melîlla bûne.
 
Sînorê navbera Spanya û Afrîkayê
 
Ev herikîna penaberan yekem hewla veguhestina girseyî ye ji dema ku Spanya û Fasê di Adarê de têkiliyên dîplomatîk ji nû ve dabûn destpêkirinê ye.
 
Melilla û Ceuta, herêmek din a Spanî, ji bo penaberan xalek bingehîn e ji ber ku YE bi Afrîka re xwedan sînorê bejayî yê yekem e.
 
Bi salan e, bi hezaran kes hewl didin ku sînorê 12 km di navbera Melîlla û Fasê an jî 8 km sînorê Ceuta, bi derbasbûna ji têlan, avjeniya li ser peravê an jî bi rêbaza di nav otomobîlan de veşartinê derbas bikin.
 
Her du dever jî bi têlên rêsayî, kamerayên vîdyoyê û kuleyên çavdêriyê tên parastin.