UNICEF: 8 milyon zarok dibe ku ji birçîna bimirin

  • 13:37 23 Hezîran 2022
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - UNICEF'ê diyar kir ku li derdora 8 milyon zarok ji birçîna bi xeteriya mirinê re rûbirû ne.
 
Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku li derdora 8 milyon zarokên 5 salî û jê biçûktir, dibe ku ji birçîna bimirin. Herwiha hat dayarkirin ku zarokên xeteriya herî giran li ser wan heye jî li 15 welatanên ku xurek lê kêm e, ên wekî Afganistan, Etiyopya, Haîtî û Yemenê ne.
 
UNICEF'ê ragihand kir ku ji bo van welatan pêwîstî bi alîkariya xurekê ya lezgîn û alîkariya tibî heye û diyar ku hejmara zarokên metirsî li ser wan heye, her kêlî zêde dibe. Wekî yek ji pirsgirêkên sedema vê rewşê jî zêdebûna buhayê xurekê yê ji ber şerê Ûkraynayê nîşan da. Her wiha germahiya global, ziwatî û bandora şewba Covîd-19 jî weke çend ji van sedeman hatin diyarkirin.
 
Di daxuyaniya UNICEF'ê de ji welatên G7 alîkariya bi 1.2 milyar dolarî hate xwestin ku li van welatan bê kirin.