Bîlançoya erdheja Afganistanê: 920 kes mirin

  • 15:31 22 Hezîran 2022
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên di erdheja li Afganistanê de jiyana xwe ji dest dane gihîşte 920 kesan û herî kêm 600 kes ji birîndar bûne.
 
Li eyaleta Paktîka ya Afganistanê bi pileya 6.1 şeva borî di saet 01.24’an de erdhej pêk hat. Cîgirê Wezîrê Afatê Sharafuddin Muslîm diyar kir ku encama erdhejê de herî kêm 920 kesan jiyana xwe ji dest dane û 600 kesan jî birîndar bûne.
 
Erdhej nêzî 44 km dûrî bajarê Host ya li başûrrojhilatê herêmê çêbûye. Tîmên rizgarkirinê xebatên xwe berdewam dikin. Bi helîkoteran birîndaran radikin nexweşxaneyên herî nêzîk. Tê payîn ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde bibe.