Li nêzî peravên Tûnûsê 70 koçber winda bûn

  • 14:01 25 Gulan 2022
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 70 koçberên ku ji Lîbyayê bi rê ketibûn, li nêzî peravên Tûnûsê winda bûn.
 
Li gorî daxuyaniya hêzên mûxafiz ên neteweyî yên Tûnûsê bi dehan koçberan hewl dan ji bo bi rêyên qaçax biçin Ewropayê, ji Lîbyayê bi rê ketine. Hate diyarkirin keştiya koçberan nêzî peravên Tûnûsê noqî avê bûye û herî kêm 70 koçber winda bûne.
 
Hate diyarkirin 100 koçber di keştiyê de bûne û keştî li nêzî Safakesê noqî avê bûye. Hate diyarkirin 24 koçber hatine rizgarkirin lê koçberên din winda bûne.