Ji ber bahoza tozê li Iraqê jiyan sekinî

  • 13:29 23 Gulan 2022
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Iraq carek din jî bi bahoza tozê re rû bi rû ma. Gelek bajar di bin tozê de ma, seferên balafirgehan û karên saziyan hatin ber sekinandinê.
 
Iraq di meha nîsanê de di nava çend hefteyan de herî kêm 9 caran bi bahoza tozê re rû bi rû ma. Ji ber ku ewrekî tozê li ser paytext Bexdayê çêbû, kolan vala bûn. Rayedarên dewletê ferman da ku ji bilî saziyên tendurîstî û ewlehiyê li saziyên din ên giştî xebat bên rawestandin.
 
Balefirgeha Bexdayê ji ber dûrahiya dîtinê di bin 10 metreyan de ye çûn û hatin da sekinandin. Heman rewş, balafirgeha navneteweyî yê Necefê li başûr û balafirgehên Hewlêr a paytexta Başûrê Kurdistanê ji rû da. Di hefteyên dawîn de,  ji ber heman sedemê gelek caran balafirgeh hatin girtin
 
Weke bahozên tozê yên berê jî, gelek mirov ji ber sedema bêhntenfiyê çûn nexweşxaneyan. Rayedarên Iraqê radigîhînin ku, Iraq yek ji pênc welatan e ku li dijî bandorên beyaban û germahiya kurewî di rîskê de ye. Hişkesalî her ku diçe zêdetir dibe û rojên germahiya zêde li ser hev dikare li ser 40 pileyî bimîne. Li gorî Banka cîhanî, Iraq dikare heta sala 2050 ji sedî 20 ji çavkaniyên avê winda bike.
 
Li gorî ajansa INA,  berpirsekî payebilind a wezareta hawirdorpareziyê hişyarî da ku di nava 20 salên bê de 272 rojên toz bên jiyîn û hejmara rojên tozê di sala 2050’an de heta bibe 300 roj.