Li Efrîkaya Başûr ji ber lehiyê bi sedan kes mirin

  • 12:56 15 Nîsan 2022
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efrîkaya Başûr ji ber barana zêde lehî rabû. Di vê lehiyê de herî kêm 300 kesî jiyana xwe ji dest dan. Di bobelatê de bi hezaran xanî hilweşiyan.
 
Li herêma Kwazûlû-Natal a Efrîkaya Başûr lehiyeke mezin rabû. Hat diyarkirin ku di 60 salên dawîn de ev lehiya herî xedar bûye. Li gorî saziya rêveberiya bobeletan li Kwazûlû-Natalê 306 kesî jiyana xwe ji dest dane.
 
Serokkomar Cyrîl Ramaphosa dema ku çû serdana malbatên ku xizmên wan jiyana xwe ji dest dane got “Pir hilweşiyan. Rê rûxiyan. Gelê me birîndar bû. Ev bobelateke mezin e.”
 
Artêşa Efrîkaya Başûr jî ji bo derxistina mirovan ji hewayî ve piştgirî da. Li gorî rayedarên herêmî bi hezaran mal hilweşiyane û lehiyê bandor herî kêm li ser 140 dibistanan kir.
 
Li hinek welatên Efrîkayê heta meha Nîsanê bahozên xedar li bajaran didin lê li Efrîkaya Başûr rewşên wisa zê depêk nayên.