Li Îranê zewaca di temenê zarokatiyê de zêde bûye

  • 14:10 27 Kanûn 2021
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Sistan û Belucistanê yê Îranê di 2021'ê de 2 hezar û 400 kes di temenê zarokatiyê de hatin zewicandin. 
 
Li gor daneyên Muduriyeta Plansaziya Serjimarê ya Îranê li bajarên Sistan û Belucistanê yê Îranê di 2021'ê de 2 hezar û 400 kes di temenê zarokatiyê de hatin zewicandin. 
 
Li dijî zewaca di temenê zarokatiyê de tedbîr nayên girtin û bi fetwayan pêşî li ber zewaca di temenê zarokatiyê de tê vekirin.