Li Îranê zewaca di temenê zarokatiyê de zêde bûye 2021-12-27 14:10:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Sistan û Belucistanê yê Îranê di 2021'ê de 2 hezar û 400 kes di temenê zarokatiyê de hatin zewicandin.    Li gor daneyên Muduriyeta Plansaziya Serjimarê ya Îranê li bajarên Sistan û Belucistanê yê Îranê di 2021'ê de 2 hezar û 400 kes di temenê zarokatiyê de hatin zewicandin.    Li dijî zewaca di temenê zarokatiyê de tedbîr nayên girtin û bi fetwayan pêşî li ber zewaca di temenê zarokatiyê de tê vekirin.