Panoramaya 2021'ê: Sala ku li 7 parzemînan berxwedan pêk hat

  • 09:04 27 Kanûn 2021
  • Cîhan
 
Derya Ceylan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserê cîhanê jin îsal li qadan bûn. Jinan li dijî şîdeta mêr-dewletê bi berxwedana xwe bûn hêz û balkişandin ser girîgiya piştevaniyê.
 
Li cîhanê 2021’ê de jin li qadan bûn. Ji Tusunê heta DYA, ji Îranê heta Arjantîn, Afganîstan û Cezayirê  jinan ji bo mafên xwe û mafên hatin xespkirin têkoşîn dan. Jinan li dijî pergala kapîtalîst, pergala netew-dewlet, şîdet, tecawiz, şer, newekhevî û hilweşîna aborî çalakiyên xwe meşandin û dengê xwe bilind dikin.
 
Jin xwe amade dikin ku bi awayekî xurt bikevin sala 2022’yan. Me ji Rojhilata Navîn heta Afrîkayê, ji Asyayê heta Ewropayê têkoşîna jinan a salekê kom kir.
 
Çile
 
Li Îranê qanûna ku 10 sale tê xwestin ket meriyetê. Li welat bi awayekî fermî nehat îlankirin le di rupela hikûmetê de li gorî agahiyan şîdet, heqeret, kuştin û tecawiz sûc hatiye qebûlkirin.
 
Li Arjantînê ji 1920’an heta niha , kurtaj ji bo ducaniya di encama îstîsmara zayendî de hatiye jiyîn an jî jiyana jinê di xetereyê de bûna destur dihat dayîn. Serokomar Alberto Fernandez di meha çile de qanûn erê kir û bi vê re kurtaj fermî bû. Bi vî awayî heta hefteya 14’an beyî şert destûra kurtajê hat dayîn.
Li Porto Rîko hefteyê herî kêm jinek di encama şîdeta didît de jiyana xwe ji dest dida. Li dijî vê OHAL hat îlankirin û di qanûnan de çûn guherînê. Di danezana hat weşandin de  ji bo parastina jinan komîte hat avakirin.
 
Dadgeha Destura Bingehîn a Polonyayê  biryar dabû ku kurtajên di rewşa ku fetus bi qusur re, tê kirin de li dijî destura bingehîne. Li dijî biryarê bi hezaran jin li Varşovayê daketin kolanan. Li ser bertekan jinan qanûn hat taloqkirin. Lê hikûmeta Polonyayê qanûn di rojnama fermî de weşand û got kurtaj bi giştî qedexeye.
 
Ji 1991’ê heta niha li Somaliyê ku şerê navxweyî lê hat jiyîn, jinan berxwe dida ku di parlamentoyê de cih bigirin. Bi vî awayî li welat kota hat pêkanîn û ji sedî 30 kotoya jinê hat avakirin. Lê rêxistinên jinan gotin vê bikin bin ewlehiyê. Her wiha gotin kota qelse.
 
Sibat
 
Jin di vê mehê de li ser piya bûn û beriya 8’ê Adarê li Belçîkayê jinan ji bo keda jinan bê dîtin gotin wê di 8’ê Adarêd e bikevin grevê.
 
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî  ji serokê Dadgeriya Îranê  re der barê girtiya siyasetmedara Kurd Zeynep Celaliyan ku di şert û mercên tecrîd û îşkencê de tê girtin, name hat şandin û di nameyê de hat gotin ku bila şert û mercên wê bên başkirin û bê berdan.
 
Li Kuveytê jinan li ser çapemeniya civakî  li dijî tacîzê dengê xwe bilind bikin.  Bi dehan jinên ku rastî tacîz û êrîşê hatibû  li ser çapemenya civakî ‘Em bêdeng namînin’  yanî bi erebî ‘Lan Asket’ parvekirin kirin.
 
Di Sibatê de ji bo 8’ê Adarê, Tora Têkoşîna Otonom ya Jiyanî (E.A.S.T)  jî amadekarî kir û bi navê Manîfestoya Grevê ya Jiyanî  daxuyaniyek weşandin û li diji şîdet, pergala kapîtalîst banga têkoşînê kirin.
 
Rêxistina Alîkariya Zarokan di rapora ‘Save the Children’ ya amde kir de da zanîn ku li herêmên pevçûnê  bi giştî 426 mîlyon zarok dijîn û ji van zarokan ji her 6 hebî yek di bin rîska îstîsmara zayendî de ye.
 
Adar
 
Di adarê de li bajarê Celalabad a Afganîstanê sê xebatkarên jin yên kanala televîzyonek taybet hatin qetilkirin û du heb jî hatin birîndarkirin. DAIŞ’ê êrîş girt ser xwe. DAIŞ’ê her wiha rojnameger Malalaî Meyvand  jî di 2020’an de qetil kiribû.
 
Li bajarê Zurîch a Swîsreyê  di nav de jinên kurd û femînîst jî hebûn, gelek jin li qada Helvertîa hatin gel hev û xwestin bimeşin. Lê polîsan êrîş kir û gelek kes binçavkirin. Tevî hemû astengiyan jin meşiyan.
 
 
Li eyaleta Arkansas a DYA’yê mafê kurtajê hat rakirin.  Qanûna mijara gotinê ducaniyên encama tecawiz û ensestê de jî di hewand. Yekitiya Azadiya Sivîlan a Amerîkayê ACLU qanûn bi dadgehê û got ev zalimane û li dijî destura bingehîne.
 
Li London a Îngîlîstanê polîs Wayne Couzens jina bi navê Sarah Everard ya 33 salî qetil kir û li seranserê welat bi hezaran jin daketin kolanan û protesto kirin.
 
Li Avustralayê li merciyên bilind yên siyasî îdiayên êrîşa zayendî û tacîz derket holê. Li ser vê bi hezaran jin daketin kolanan û rewş şermezar kirin. 
 
Li Îranê komek aktîvîstên jin bi armanca pêkanînên rejîmê yên li hember jinê protesto bikin rûyê wan girtî  dansa ‘Las Tesîs’ kirin.  Ev li ser çapemeniya civakî bil ez belav bû.
 
Li Tirkiyeyê bi biryarnameya serokomariyê re ji Peymana Stenbolê hat vekişandin û vê di hemû çapemeniya cihanê de cih girt. 
 
Nîsan
 
Li paytexta Hartum a Sudanê bi pêşengiya Koalîsyona Rêxistina Femînîstan bi sedan jin bi armanca daxwazkirina reformên di qanûnên newekhev de daketin qadan û ji bo qanûn ji nûve bên sererastkirin çalakî pêk anîn.
 
Li Suudî Erebîstanê ji aliyê Komîsyona Mafê Mirovan a Suudî ve ‘Koma Lihevkirina Piştgiriya Mexdurên Tacîzê’ hat avakirin. Armanca komê ev bû ku ji bo mexdurên tacîzê  û malbatên wan piştgiriya psîkolojîk, perwerde, civakî û qanûnî bê dayîn.
 
Li Fransayê li dijî kesên di bin temenê 15’yî de her cureyê têkiliya zayendî û ensest di çarçoveya tecawizê de cih girt.  Biryar di parlamentoyê de hat erêkirin. 
 
Gulan
 
Li Tirkiyeyê feshkirina Peymana Stenbolê di rojeva cîhanê de bû. Ev di parlamentoya Swêdê de hat nîqaşkirin. Koma jinan a Femînîst FEMEN jî  li 40 nokteyên cuda yên  Almanyayê ji bo pêkanîna Peymana Stenbolê afîş daliqand.
 
Li Tunusê jina bi navê Rîfka Cehrnî ji aliyê mêrê pê re zewicandî ve hat qetilkirin. Li ser vê welat rabû ser piyan û kampanya ‘Rîfka ne jina ewil û ne jî dawî ya hatiye qetilkirinê ye’. Hunermendên jin piştgiryek mezin dan kampanyayê.
 
Hezîran
 
Li Swîsreyê yekem car di 1991’ê de greva jinan pêk hatibû û bi wesîleya 30’emîn salvegera wê jin l bajarên Cenevre, Lozan, Zurîch, Bern, Basel û Bîenne daketin kolanan. Jinan li dijî şîdetê û her wiha heqdestê wekhev, daxwazên xwe anîn ziman.
 
Li paytexta Sana ya Yemenê, Dadgeha Husî Mîlîs, cezayê darvekirinê da parêzera Dîrektora Weqfa Xurtkirina Jinê Zaafaran Zayed û hevjînê wê Fouad Al Mansoorî.  Piştî vê rêxistinên civaka sivîl û rêxistinen jinan bi armanca piştgiriya Zaafaran û hevjînê wê kampanya dan destpêkirin.
 
Tîrmeh
 
Hikûmeta Ispanyayê pêşnûme qanûna ku her cureyê têkiliya zayendî ku daxwaz têde tune, tecawiz vedinasî erê kir.
 
Parlamentoya Belçîkayê der barê Êzidiyan de biryarek girîng girt û komkujiya DAIŞ’ê ya di 3’yê Tebaxa 2014’an de li hember Êzidiyan pêk hat wek qirkirin venasî.
 
Li Başûrê Sudanê, Partiya Tevgera Rizgariya Gel a Sudanê (SPLM) ji bo serokatiya parlamentoya nû hat avakirin Gemma Nuno Kumba anî. Bi vî awayî Gemma yekem unvana jinan hatiye peywirê girt. Gemma bi nasnameya xwe ya aktîvîstbunê di plana pêş de ye.
 
2’yemîn Konferansa Jinan a Bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn, li paytexta Beyrut a Lubnanê pêk hat û du rojan berdeawm kir. Nêzî 100 jin tevlî bûn û biryara avakirina Tifaqa Jinên Demokratîk a Rojhilata Navin û Bakurê Afrîkayê hat girtin.
 
Tebax
 
Li paytexta Yenî Delhî ya Hîndîstanê zarokek  di nav de rahîbek jî hebû ji aliyê 4 kesî ve hat tecawizkirin û qetilkirin. Li ser vê li welat jin daketin kolanan û gumanbar hatin binçavkirin.
 
Li Endozyayê dawî li testa bekaretê ya di nav artêşê de dihat kirin, anîn. Rêxistinên mafê jinan demek dirêj bû ji bo vê têkoşîn dimeşandin.
 
Li Fasê, xebatek yekem hat jiyîn û yekem car ji bo serokatiya kuluba futbolê ya profesyonel jinek hat hilbijartin. Dîrektoriya Federasyona Al-Fateh Sporê diyar kir ku Nawal Khalîfa tayînê şûna Hamza Al-Haîwî bûye.
 
Piştî ku yekîneyên NATO ji Afganîstanê vekişiyan Talîban Afganîstan bidest xist. Piştî ku Talîban li Afganîstanê ji nûve hêz bidest xist, jinên Afganîstanê, bi pêkanîn, qedexe û zextên salên 90’î re dîsa hatin rû hev.
 
Îlon
 
Di meha îlonê de li eyaleta Texas a DYA’yê, qanûna ku mafê kurtajê ji bo jinan asteng dikir ket meriyetê. Qanûn ji hefteya 6’an a ducaniyê şûnde qedexeyê tîne.
 
Li Meksîkayê jî qedexeya kurtajê, ji aliyê dadgeha bilind a eyaleta Coahuîla ve li dijî destura bingehîn hat dîtin û hat betalkirin. Jinan ev biryar wek pêşeketineke girîng nirxandin.
 
Yek ji welatên din ku kurtaj lê qedexeya Komara San Marîno ye. Li welat ji bo qanûna ku kurtajê ceza dike bê rakirin sererastkirin di referandumê de hat derbas kirin û ji sedî 77 kesî erê bikar anî. Bi vî awayî kurtaj heta hefteya 12’emîn a ducaniyê dikare bê kirin.
 
Li bajarê Lyon a Fransayê, şaredariya Lyon  navê siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef ku di 12’ê cotmeha 2019’an de li Girê Spîr ji aliyê komên Tirkiyeyê ve hat qetilkirin, da qedekê. 
 
Yekemîn Bankaya Jinan yanî Fîrst Womens li bajarê Chîcago ya DYA’yê hat vekirin.
 
Cotmeh
 
Li Texas ku qanûna kurtajê hat meriyetê, bi hezaran jinî li bajarê Washîngton û gelekên din çalakî pêk anîn.
 
Li Fransayê komîsyona li dêra Katolîk lêkolîn kir û got di 70 salî de 3 hezar û 200 kesên li hember zarokan îstîsmara zayendî pêk anîne ji sêyan du rahîbin.
 
Li gorî hilbijartinên Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê, li herêma Federal a Kurdistanê 23 namzetên jin hilbijartin qezenc kirine û ketine parlamentoya Iraqê. Ji bajarê Hewlêr û Suleymaniyê herî zêde parlamenterên jin derketin.
 
Li Îtalyayê di encama têkoşîna jinan de qanûna ‘ji karê wekhev re heqdestê wekhev’ ji meclîsê derbas bû.
 
Li Îranê girtiyên jin yên li girtîgeha Urmiyê, qursên ku rêveberiya girtîgehê ferz kiribûn, qebûl nekirin. Ji bo jinan qedexeya hevdîtinê anîn. Girtiyên jin betaniyên xwe  şewitandin û serî hildan.
 
Parlamentoya Katalonyayê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî fermî nas kir.
 
Peymana Stenbolê ji aliyê Parlamentoya Modova hat erêkirin. Bi vî awayî heta niha 35 welatî peyman îmzekiriye. 
 
Mijdar
 
Di navde siyasetmedar, nivîskar, parlamenter, hiqûqnas û hunermend jî hene 29 kesî, Însiyatîfa Ji bo Kurdan Edelet ya Navneteweyî ava kirin. 
 
Wezareta Jin, Zarok û Malbatê ya Tunusê, li dijî şîdeta li hember jinan di çarçoveya kampanyaya global ya 16 rojî de gelek çalakî pêk anîn.
 
Li Îtalyayê  Kolezyum bi sor hat ronîkirin, navê jinan li abîteya Roma hat nîşandan. Li Yewnanîstanê jî avahiya seferatxaneya Kanadayê bi rengê turuncu hat ronîkirin. 
 
Li Îskoçyayê, li parlamentoyê ji bo jinên hatine qetilkirin deqeyek rêz hat girtin.
 
Dadgeha Bilind a Frankurtê ku endamekî DAIŞ’ê ji ber bibû sedema mirina zarokekî Êzidî didarizand. Di rûniştina dawî de dadgehê cezayê seranserê jiyanê da gumanbarê DAIŞ’ê.
 
Rêxistina Siyonîst a Jinan ya Navneteweyî (WIZO) bi daneyên wezaretên hikûmetê, ofîsa kontrolê ya dewletê, Polîsên Israîl û Xizmetên Girtîgehan a Îsraîlê raporek weşand û diyar kir ku şîdeta li ser jinan ji sedî 315 zêde bûye.
 
Piranî jê welatiyên Herêma Federal a Kurdistanê, bi hezaran kes li sînorên Belarus-Polonyayê hatin sekinandin û bi pêkanînên dij mirovahî re hatin rû hev. Heta niha ji penaberên li sînor hatine sekinandin herî kêm 13 kesî jiyana xwe ji dest dan.
 
Kanûn
 
Li Zurîhê di nav de Yekitiya Jinên Kurd jî heye 156 rêxistinên jinan  ‘Tifaqa Nî Una Menos’ ava kirin.
 
Li Îranê aktîvîstên mafê jinan ji bo testa bekaretê ya beriya zewacê tê kirin, bê rakirin kampanya dan destpêkirin û demek kurt de 25 hezar îmze hat avêtin.
 
Jinên Fîlîstanê li dijî şîdetê kampanya ’16 rojan aktîvîzm’ dan destpêkirin.
 
Li Îranê girtiyên polîtîk di meha Kanûnê de li dijî zextan dengên xwe bilind kirin.
 
Seranserê salê geşedanên pêk hatin wiha bû:
 
* Nivîskara DYA’ê Mary Cahtherîne Bateson 81 salî jiyana xwe ji dest da.
 
* Ji aliyê Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê ve, aktîvîsta mafê jinan a Suudî Erebîstanê Loujaîn hêjayî xelata Mafê Mirovan a Vaclav Havel hat dîtin.
 
* Di xelatên Kureya Zêrîn de yekem car jineke Asyayî ya derhêner Chole Zhao xelat derhêneriya herî baş girt.
 
* Yekane pîlota pêşbirka 24 Hours Nurburgrîng, Sabîne Schmitz di 51 salî de jiyana xwe ji dest da.
 
* Yek ji damezrîna Dayikên Plaza De Mayo, Carmen Cobo jiyana xwe ji dest da.
 
* Aktîvîsta mafê mirovan Alaa Al Sîddîq li Londonê  di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da.
 
* Xelatên Şaredariya Cîhanê (World Mayor Award), îsal dan 9 şaredarî.
 
* Seroka Yektiya Jinên Yemen ya ewil Mohsen Qasim Al Khaîlî li Sheffîel a Brîntanyayê jiyana xwe ji dest da.
 
* Serokomarê Tunusê Kays Saîd, Necla Bouden Romdhane wek serok tayîn kir. Necla bû seroka jin a ewil ya welat.
 
* Ji bo gerînendeya giştî ya rojnameya The Washîngton Pos, Sally Buzbe anîn.
 
* Lîderê Partiya Komunîst a Sor ya Hîndîstanê  Sharmîstha Cohoudhury 47 salî ji ber kovîdê jiyana xwe ji dest da.
 
* Li Iraqê yek ji pêşenga helbesta modern Lamîa Abbas Emara li  DYA’yê jiyana xwe ji dest da.
 
* Hunermenda Kurd Aynur Dogan hêjayî Xeleta Hunermendiya Fuara Muzîka Cîhanê ya Navneteweyî WOMEX2021 hat dîtin.
 
* Xelata Aştiyê ya Nobelê îsal hêjayî derhênera giştî ya malpera nûçeyan a Fîlîpîn Rappler, Marîa Ressa û derhênera weşana giştî ya Novaya Gazete Dmîtry Muratov hat dîtin.