Li Iraqê zêdeyî 5 hezar jin bi şîdetê re rûbirû dimînin

  • 15:02 9 Kanûn 2021
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên Emîndariyeta Giştî ya Desteya Wezîran a Iraqê di sala 2021’an de 5 hezar jin bi şîdetê re rûbirû mane û wiha hate gotin ji bo parastina jinan pêşniyar qanûnek tê amadekirin.
 
Emîndarê Giştî yê Desteya Wezîran a Iraqê têkildarî rêjeya şîdetê ya di sala 2021’an de li parêzgehên girêdayî hikûmeta federal eşkere kir. Hate gotin ku îsal 5 hezar bûyerên şîdetê yên li dijî jinê hatine tomar kirin.
 
Rêvebera Giştî ya parastina mafê jinan li emîndariyê de Yusra Kerîm jî dazanîn rêje weke 5 hezar hatibe tomar kirin jî, hejmara rast ji vêya gelekî zêdetire û weke sedem jî zext û edetên civakî dibîne. Yusra Kerîm dazanîn gelek jinên şîdetê dibînin, nikarin gilî bikin.
 
Yusra Kerîm da zanîn ew hewl didin bi hevkariya rêxistinan û aliyên peywendîdar pêşniyar qanûnek bidin parlemena nû ya Iraqê û got: “Projeya ku em amade dikin li benda kombûna parlemena nûye. Dema parlemento kombû em ê ji bo erêkirinê pêşkêşê wan bikin.”