Cezayê girtîgehê yê li Aktivîst Leyla hat birîn hat erêkirin

  • 11:59 6 Kanûn 2021
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 5 sal cezayê li xwendekara Zanîngeha Tehranê û Aktivîst Leyla Hosseinzadeh hatibû birîn ji aliyê dadgeha temyizê ve hat erêkirin. 
 
5 sal cezayê girtîgehê li Leyla Hosseinzadeh a faliyetên aktivist li Tehrana Îranê dimeşand hatibû birîn. Cezayê hatibû birîn hat erêkirin. 2 sal berê Leylaya xwendekara Zanîngeha Tehranê ye, hatibû darizandin û demekê di bin çavan de hatibû girtin. Parêzerê Leylayê ragihand ku ji aliyê Şaxa 36'emîn a Dadgeha Temyizê ve cezayê Leylayê hatiye erêkirin.