Li Îtalyayê 100 hezar jin li dijî tundiyê meşiya

  • 13:31 29 Mijdar 2021
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îtalyaya ku ji serê salê heta 7'ê Mijdarê 103 jin hatin qetilkirin, 100 hezar jin daketin kolanan û li dijî tundiyê meşiyan.
 
Li Îtalyayê bi hezarn jin daketin qadan û li dijî tundiyê meşiyan. Meşa ku di pêşengiya Înîsiyatîfa Non Una dî Meno (Em ê yek jî kêm nebin) de hat lidarxistin. Meşa ku ji qadên Roma ên qelebalix hat destpêkirin heta Qada San Gîovannî berdewam kir.
 
'Em dixwazin bijîn'
 
Di meşê de tundiya li jinê tê kirin hat şermezarkirin û bang li hikûmetê hat kirin ku ji bo jin bên parastin bikev tevgerê.
 
Jinan li gel dirûşmên "Em dixwazin bijîn" zingilê destên xwe lê dan. Herwiha meşvanan anî ziman ku di serdema Covîd -19 de tundiya li jinan tê kirin zêdetir bûye.
 
100 hezar kes tevli meşê bû
 
Piştî ku bû şev û tarî ket erdê, jinan findên ku li gel xwe anîbûn pêxistin. Li  gorî kesên ku meş organîzekirine herî kêm 100 hezar jin tevli meşa hatiye lidarxistin bûne.
 
103 jin hatine qetilkirin
 
Li gorî daneyên rapora emniyeta Îtalyayê, ji serê salê heta 7'ê Mijdarê 103 jin hatine qetilkirin û ji van qetilkirinan 87'ên wan di encama tundiya li nav malê de pêk hatine.