Ji bo 25'ê Mijdarê jin li cîhanê daketin qadan

  • 14:11 26 Mijdar 2021
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi munasebeta 25'ê Mijdarê jinên cîhanê daketin qadan û dirûşma "Em ê yek kes din kêm nebin" tundiya li ser jinê şermezar kirin. 
 
Duh bi munasebeta 25’ê Mijdarê li çar aliyê cîhanê bi deh hezaran jin li qadan bûn. Li paytexta Meksîkayê bi hezaran jin ji bo dawî li qetlîam û şîdeta li ser jinan bê bi pankarta "Em ê yek kes din kêm nebin" meş li dar xistin. Li Fransayê jî bi deh hezaran jin bi hilgirtina pankartên "Dawî li şîdeta zayendperest û zayendî bînin" meşiyan.
 
Jin li Meksîkayê li dijî tundiyê qêriyan
 
Bi hezaran Meksîkayî li paytexta Meksîkayê ji bo dawî li qetlîamên jinan û şîdeta nava civakê bê meş li dar xistin. Polîsan mudaxeleyî meşê kirin. Di mîtînga ku bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî hate lidarxistin de yek ji pankartan wiha bû: “Ew nemir in. Ew hatin kuştin”. Jinên bi cil û bergên rengê xemrî yê rengê tevgera mafê jinan e û rengê reş li xwe kirin, bi qêrîna dirûşmên "Em ê yek kesî din kêm nebin” û ji bo mexdûrên şîdetê edalet xwestin.
 
Mudaxaleya polîsan
 
Nêzîkî 1,500 polîsên jin li ser rêya meş lê hat kirin a ji cadeya Paseo de la Reforma heya meydana sereke ya bajêr û rêya ku ji qesra serokatiyê re xomalî dike hatibûn erkdarkirin. Komek jin bi çakûçên di destên xwe de hewl dan mertalên parastinê ya polîsan bigirin. Polîsan bi bombeyên mijê êrîşî jinan kir. Li Meksîkayê her roj nêzî 10 jin tên qetilkirin, aktîvîstan hikûmetê sûcdar dikin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê têr hewildanê nîşan nade. Li gorî daneyên fermî ji sala 2019’an û vir ve li Meksîkayê zêdetirî 10 hezar û 700 jin hatine qetilkirin.
 
Li Fransayê xwepêşandan hatin lidarxistin
 
Bi dehan jin li gelek deverên Fransayê meşiyan. Roja Şemiyê li Parîs û bajarên din ên Fransayê xwepêşandan hatin lidarxistin. Jin li paytextê bi hilgirtina pankarta mezin a bi nivîsa " Dawî li şîdeta zayendperestî û zayendî bînin " meşiyan.
 
Îspanya
 
Li seranserê Îspanyayê bi hezaran kes ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê ya Navneteweyî daketin qadan. Jinan bi hilgirtina pankartên xemrî daxwaza wekheviya zayendî kirin. Di meşa ku li bajarê Madrîdê hat lidarxistin de dirûşma 'Êdî bes e' hat berzkirin û bi sedan jin bi pankartên ku xwestin dawî li şîdeta zayendî bê hilgirtin û heta navenda Madrîdê meşiyan. Ofîsa herêmî ya hikûmetê diyar kir ku yek ji xwepêşandanên sereke yên li navenda bajarê Madrîdê re nêzîkî hezar û 200 kes beşdar bûne.
 
Li gorî daneyên Wezareta Wekheviyê, li Îspanyayê ji sala 2003'yan û vir ve hejmara jinên ku ji ber şîdeta li ser bingeha zayendî jiyana xwe ji dest dane derketiye 1118'an. Li Îspanyayê di sala 2020’î de 46 jin, di sala 2021’an de jî 37 jin hatin qetilkirin.
 
Werger: JINHA