Li Tûnisê kampanyaya '16 roj'

  • 18:16 25 Mijdar 2021
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Jin, Zarok û Malbatê ya Tûnisê bi daxuyaniyekê starta çalakiyên 16 rojan ên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan ku tê plankirin li seranserê welat berdewam bike, da. Kampanya dê bi rêzeçalakiyan heta 10’ê kanûnê li seranserê welat û herêmê bidome.
 
 Wezareta Jin, Zarok û Malbatê starta çalakiyên xwe yên ku di çarçoveya kampanyaya cîhanî ya 16 rojan de pêk bînin da. Çalakiyên gerdûnî yên 16 rojan di çarçoveya kampanya "16 roj" a li dijî tundiya zayendî û şîdeta li ser jinan, bi dirûşma "Êdî dema bi hev re bidawîkirina şîdeta li ser jinan e" dest pê kir. Di çarçovaya kampanyaya gerdûnî ya ku dê heta 10'ê Kanûnê bidome de li welat rêzeçalakî dê bên lidarxistin.
  
Bi rêxistinên jinan ên di nava wezaretê de û rêxistinên sivîl ên ku bi wan re xebat dimeşînin re dê îmze bavêjin bin gelek mijarên lêkolînên neteweyî û navneteweyî yên zanistî, analîtîk û akademîk. Di heman demê de wê di çarçoveya Rojhilata Navîn de bi welatên pêkhate re xebatên hevpar bimeşînin. Wezaretê der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û got; “Heta ku tundiya li ser jinan bi temamî ji holê rabe, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê ji bo parastina jinan ji her cure şîdetê, derxistina zagonan, ji gavên pêwîst ên qanûnî û jiholêrakirina kêmasiyan re pêşengî bikin. Karê me yê sereke ev e."