Li Îsraîlê şîdeta li hemberî jinan zêde dibe

  • 12:04 19 Mijdar 2021
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Jinan a Siyonîst a Navneteweyî di rapora xwe de bal kişand ser şîdeta li hemberî jinan û got: "Li Îsraîlê hejmara bûyerên şîdeta li dijî jinan a di nava malbatê de ji sedî 315 zêde bûye. Di sala 2019'an de 688 bû, di sala 2020'an de derketiye 2 hezar û 853'yan. 
 
Rêxistina Jinan a Siyonîst a Navneteweyî (WIZO) rapora xwe ya salane ya bi daneyên ku ji wezaretên hikûmetê, Ofîsa Teftîşê ya Dewletê, Polîsên Îsraîlê û Servîsa Girtîgeha Îsraîlê berhev kirine eşkere kir. Li gorî raporê, li Îsraîlê hejmara bûyerên şîdeta li dijî jinan a di nava malbatê de sedî 315 zêde bûye. 
 
Di raporê de hat diyar kirin ku hejmara şîdeta li dijî jinan a di nava malbatê de ku di sala 2019'an de 688 bû, di sala 2020'an de derket 2 hezar û 853'an û wiha hat gotin: "Li Îsraîlê di sala 2020'an de 26 jin hat qetilkirin, 13 jin ji aliyê mêrên ku bi hev re bûn hatine qetilkirin û ji 13 jinan 4 jin wan beriya bên qetilkirin li cihê polîsan gilî kirine. Ji sedî 31,2’yê gumanbarên kujer ji berê vê ji aliyê polîsan ve dihatin naskirin.
 
Wek WIZO alîkariya telefonê dane bi hezaran jinan. Hejmara banga li ser xeta 118 a şîdeta nav malê jî zêde bûye. Di sala 2019’an de 2 hezar û 286 jinan telefona alîkariyê kirin, di sala 2020’an de ev hejmar derket 5 hezar û 866’an."
 
Rêvebira Beşa Pêşkeftina Jinê ya WIZO Rivka Neumann, di hevpeyîvîna xwe ya dayî Media Line de got: “Li her devera ku em lê dinêrin, wiha xuya dike ku kesekî agir pêşxistiye. Di dema karantînayên koronayê de jin û zarok li malên xwe bi kesekî destdirêjkar re asê man. Rêyek wan tune bû ku derbikevin derve an jî nekarî bûn biçin dibistanê û cihên kar. Hepskirina mirovan û hiştina wan a tenê bi mêrek destdirêjkar re bûye sedema zêdebûna şîdeta nav malê."
 
Li gorî rapora WIZO'ê ya sala 2019'an, 688 jin rastî şîdeta nava malê hatine û 17 jin jî hatine qetilkirin. 5 jin jî ji aliyê mêrên herî nêzî xwe ve hatin qetilkirin.
(JINHA)