Piştevaniya ji bo jinên li Tahranê mezin dibe

  • 12:23 15 Mijdar 2021
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîst, rewşenbîr, hunermend, werzîşvan û rêxistinên kedê piştgirî dan çalakiyên ku li dijî ferzkirina hîcabê ya li Zanîngeha Tehranê hatî destpêkirin. 
 
Li Zanîngeha Tahrana Îranê demek dirêje li dijî hîcabê çalakî tên lidarxistin. Aktîvîstên jin dema mezun dibin hîcabên xwe derdixin û ev tişt wek çalakiyek belav dibe. Jinan, ji bo rakirina zagona hîcaba di nav têkoşînê de nin. Aktîvîst, rewşenbîr, hunermend, werzîşvan û rêxistinên kedê piştgiriya xwe ji bo çalakiya jinan anîn ziman. 
 
Jinan daxuyaniyeke hevpar dan û daxwazên xwe wiha rêz kirin: 
 
“*Divê jinên li ber Zanîngeha Tahranê hîcaba xwe rakirîn ji aliyê polîsan û darazê ve neyên tehdîdkirin û zilm li wan neyê kirin.
 
* Divê qanûnên cudakariya zayendî dihewîne û li dijî jinê ne demildest bên rakirin.
 
* Divê her cure êrîş û tundiya li ser jinê, di bin navê parastina namûs û namûsê de, weke sûc bên dîtin û berpirsyarên wan rastî lêpirsîn û cezayên herî giran bên.
 
* Divê propagandaya reşkirina jinan a bi rêya çapemenî, dibistan, mizgeft û wekî din her cure propagandayên li ser jinan nerênî bandorê dide çêkirin bê qedexekirin. Divê xebatên hêzên girêdayî sîstema desthilatdariyê bi taybet zanîngeh ku faktora sereke ya ferzkirina van nêrînan li ser civakê ne, ji holê bê rakirin.
 
* Divê xwendekarên serbixwe, komele, sazî û rêxistinên serbixwe bi avakirina komîteyên mafên jinan berdewam daxwaza mafên jinan bikin.
 
* Berxwedêrên ferzkirina çarşefên ji aliyê heman sîstemê ve yan jî di bin zextên ewlekariyê de ne, divê demildest bê şert û merc bên berdan. Bi ti awayî di der barê wan û alîgirên wan de lêpirsîn neyê vekirin.”
 
Sendîkaya Karkerên Elektrîk û Metalê ya Kirmaşanê, Koma Xwendekarên Serbixwe yên Zanîngeha Îsfehanê, Yekîtiya Wênesaz, Rêxistina Banga Jinên Îranê, Koma Xwendekarên Zanîngeha Hunerê ya Tehranê, Koma Xwendekarên Zanîngeha Azad a Necefabadê ya Îsfehanê, Werzişvanên şer ên Kirmanşahlî, Koma Bêkar a Xwendekarên Zanîngeha Razî ya Kirmaşanê, komek welatiyên ji Senandaj, çalakgerên Kamyaran û Merîwanê, piştgirî da çalakiyê.