Li Yemenê rojnamevanekê di êrîşa bombebaranê de jiyana xwe ji dest da

  • 11:06 10 Mijdar 2021
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Yemenê rojnemevana jin a bi navê Rasha Abdullah Al Hazarî ku ducanî bû di êrîşa bomberanê de jiyana xwe ji dest da. 
 
Li bajarê Adanê ku girêdayiyê Yemenê ye  erîşên bombebaranê yên du alî pêk hatin. Polîsan derbarê bûyerê de agahî dan. Hat gotin ku di erebeya rojnamevan Rasha  Abdullah Al Hazarî û hevjînê  wê  yê rojnamevan Mahmoud Al Atmî tê de bombe hatiye bicîhkirin. Piştî teqîna bombeyê Rashayê jiyana xwe ji dest daye û hevjînê wê  Mahmoud bi birîndarî xelas bûye. 
 
Çavkaniyên tibbî yên nexweşxaneya  Al-Jumhouriya  destnîşan kir ku Rashayê ya jiyana xwe ji dest daye ducanî ye.