Di şewata ku li dibistanê derket de 25 zarok mirin

  • 14:38 9 Mijdar 2021
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dibistaneke Nîjerê di şewata derket de 25 zarokan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li payitexta Nîamey Nîjerê li bajaroka Maradiyê li dibistana ku banê wê bi pûşê hatiye çêkirin şewat derket. Lê nehat zanîn ku şewat ji ber çi derketiye. Di encama şewata ku derket û li dibistanê belav bû de 25 zarokan jiyana xwe ji dest da. Lijneya Wezîran jî ragihand ku 14 zarok birîndar û ji wan zarokên birîndar 5 jê rewşa tendirustiya wan giran e.  
 
Mûdûrê Perwerdeyê yê Heremê Maman Hdî got : " Em nizanin ev agir ji ber çi derketiye. Em ê navberê bidin perwerdeyê" û anî ziman ku wan  li heremê 3 roj şîn îlan kiriye.