Seroka Meclisa Katalonyayê: Dê têkiliyên bi Rêveberiya Xweser re xurtir bibin

  • 12:16 8 Mijdar 2021
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Meclisa Katalonyayê ya ku Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî nas kir Laura Borras, bal kişand ser xurtkirina têkiliya bi Rêveberiya Xweser re û wiha got:"Ez bi hêvî me ev gav bibe destpêka naskirina statuya siyasî ya Rêveberiya Xweser li herêmên dîtir ên cîhanê."
 
Parlamentoya Katalonyayê di 20’ê cotmehê de statuya siyasî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas kir û bang li tevahî saziyên xwe û civaka sivîl kir ku destekê bidin jinûveavakirina herêmê. Ev naskirin û bang li herêmê bi awayekî erênî hat pêşwazîkirin. Rayedarên Rêveberiya Xweser, ji bo ku li qada navneteweyî bên naskirin xebatên xwe yên dîplomatîk didomînin û û destnîşan dikin ku bi başkirinê re wê çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyeyê hêsantir bibe. 
 
Seroka Meclisa Katalonyayê Laura Borras, ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî û diyar kir ku gelê Katalonyayê piştevaniya gelê kurd dike. Laura Borras, gelê Katalonyayê hiştiye ku biryara naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were dayîn û wiha got: "Ez bi hêvî me ev gav bibe destpêka naskirina statuya siyasî ya Rêveberiya Xweser li herêmên dîtir ên cîhanê."
 
Di berdewamiyê de Laura, derbarê asta têkiliyên wan ên bi Rêveberiya Xweser de jî axivî û destnîşan kir ku ji berê ve di navbera saziyên rêxistinî û rêveberiya giştî û Rojava de têkilî hebûne û ev tişt got: "Bi nasandina Rêveberiya Xweser a li Parlamenta Katalonyayê re wê ev têkilî êdî baştir bibin. Piştî vê biryara naskirina têkiliyê wê derbasî qonaxa saziyî û fermî bibe."