Li Polonyayê bi deh hezaran jin ji bo Îzabelayê meşiyan

  • 12:58 7 Mijdar 2021
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Polonyayê piştî mirina jineke ducanî li tevahiya welêt bi deh hezaran jin daketin qadan û hikûmeta ku kurtaj qedexe kir, şermezar kirin.
 
Jina ciwan a 30 salî Îzabela ev 22 hefte bûn ducanî bû. Îzabela 22'ê Îlonê li nexweşxaneyeke li başûrê welat mir. Malbatê, parêzerên malbatê û gelek rêxistinên jinan gotin, Îzabela qurbana pêşî ya qedexeya kurtajê ye ku ji sersalê ve hatibû danîn.
 
Pispora şaşiyên tibî û parêzera malbata Îzabelayê, Jolata Budzowska 29'ê Cotmehê li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha nivîsîbû: ''Bijîş li bendê man ku cenîn bimire. Fetûs mir, nexweş mir. Şoka septîk.''
 
Desthilatdariya PiS ku bi polîtîkayên muxafazkariya radîkal mafê jinan asteng dike, tê zanîn ku bi biryara Dadgeha Destûrê kurtaj qedexe kiribû. Bi vê biryarê re trîzomî 21 jî di nav de di rewşa nexweşiya fetûsê de jî kurtaj qedexe ye.
 
Îqtîdarê kurtaj qedexe kir
 
Li Polonyayê ya bi nifûsa 38 milyonî beriya vê biryarê jî salê herî zêde 2 hezar kurtaj dibûn. Texmîn ew e ku bi rêbazên ku jê re 'jêr derencekan' tê gotin û li derveyî welat jinên ku kurtaj dibin derdora 200 hezarî ne.
 
Şemiyê li tevahiya welêt, ji Varşova heta Gdanskê jin derketin qadan û ji bo Îzabela mûm vêxistin.
 
Di çalakiya ku bi deh hezaran jin amade bûn de hikûmeta ku kurtaj qedexe kir, hate şermezarkirin.