Di çalakiyên protestoyî ya li Bexdayê de 125 kes birîndar bûn

  • 12:05 6 Mijdar 2021
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bexdayê li dijî encamên hilbijartinê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Hêzên çekdar ên dewletê êriş bir ser çalakiyê û di encamê de 125 kes birîndar bûn. 
 
Gelek çalakgerên ku encamên hilbijartina 10'ê cotmehê qebûl nekirin şevê dî dora Herêma Kesk a li Bexdayê û balafirxaneya navnetewî dorpêçkirin. Hate diyarkirin hêzên çekdar ên dewletê bi çekan rîş birin ser çalakgeran. Çalakgeran wêneyên Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî yê bi nivîsa, ''Na na, ji sixtekariyê re na'' hildan.
 
Hêzeke leşkerî ya mezin a bi ser Hêza Bicihanîna Qanûnan li dijî çalakiyên protestoyan li Meydana Tahrîrê û Pira Komarê yên li Bexdayê hatin bicihkirin.
Hate diyarkirin dema ku çalakger xwestine ku ber bi deriyê Herêma Kesk ve biçin hêzên çekdar ên dewletê êrîş birine ser xwepêşandêran. Li ser banga Koalîsyona Fetîhê li Kerkûkê jî gelek kes derketin derve, rêya navnetewî ya ku diçe Bexdayê li trafîkê girtin.
 
Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê aşkere kir ji çalakgeran 125 kes birîndar bûne. Hate gotin ji birîndaran 27 jê sivîl in, 98 jê jî ji hêzên çekdar ên dewletê ne.