Li Ewropayê destdirêjî li gelek jinên siyasetmedar hatine kirin

  • 12:36 5 Mijdar 2021
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor lêkolîna li Elmanyayê hatiye kirin hat diyarkirin ku ji her 10 jinan 4 jê di jiyana xwe ya siyasetê de bi destdirêjiyê rû bi rû mane. 
 
Buroya Berlînê ya Akademiya Siyaset û Dinyaya Kar a Jinan a Ewropayê (EAF) bi 525 jinên di hikumeta Ewropayê, eyalet û herêman de peywir girtine ku 818 ji wan siyasetmedar e hevdîtin kirin û li ser lêkolînek amade kirin. Li gorî lêkolînê hat zanîn ku jin di jiyana xwe ya siyasetê de bi destdirêjiyê rû bi rû mane. 
 
Ji jinan pirsên weke rewşa jinan di parlemento, şaredarî û partiyên wan de çawa ye û ew xwe çawa hîs dikin hat pirsîn. Li gorî lêkolînê ji sedî 40 jin bi destdirêjiyê rû bi rû mane û ji sedî 3 jî “pir zêde” bi destdirêjiyê rû bi rû mane.