Li Afganîstanê 4 jinên aktîvîst ji aliyê Talîban ve hatin kuştin

  • 12:14 5 Mijdar 2021
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyên 4 jinên aktîvîst ên hatin kuştin di çalekê de hatin dîtin. 
 
Li gor nûçeya Nûjinhayê Li Mezar-î-Şerîfê cenazeyê 4 jinên aktîvîst ên Afgan ku bi çekan hatibûn qetilkirin, di çalê de hatin dîtin. Foroûzan Safî ya 30 salî ku bi nasnameya xwe ya aktîvîst tê naskirin bi awayekî hovane hat qetilkirin, di zanîngeheke taybet a Mezar-i-Şerîfê de mamostetî dikir. 
 
Kabîl- Cenazeyên Foroûzan Safî û 3 jinên aktîvîst ên Afganî li nêzî bajarokê Khalid ibn el-Welîd a Mezar-i-Şerîfê di çalê de hatin dîtin. Yek ji jinên hatin qetilkirin Forouzan Safî ya 30 salî ye. Foroûzan di çalakiyên sivîl û parêzvaniya jinan de çalak bû û di zanîngeheke taybet a Mezar-i-Şerîfê de mamostetî dikir.
 
Beriya çend rojan ji mala xwe derket û êdî agahî jê nehat girtin 
 
Li gorî agahiyên ku me ji hevalên Foroûzan Safî girtine, dema ku çend roj berê ji mala xwe derket, di nava çend saetan de têkiliya wê bi malbat û nasên wê re qut bû û bi rojan winda bû. Xizmên wê gotin, “Rastî em fikirîn ku dibe çûbe derveyî welêt. Têkiliya wê bi kesî re çenebû bû. Lê belê me cenazeyê wê yê bê can ku hatî gulebaran di çalê de dît,” û anî ziman ku ev bûyer ji bo wan xemgîniyek gelek mezin çêkiriye.
 
Hevala Foroûzan Safî: Pêşengiya hemû çalakiyan dikir
 
Hevala Foroûzan Saf’i bi van gotinan qala wêrekiya wê dike:“Ew jineke pir çalak û wêrek bû. Bi wê wêrekiya xwe pêşengiya hemû çalakiyên li Mezar-Şerîf dikir. Li hemberî kiryarên Talîbanê serî neditewand û li dijî derdiket” û di wê baweriyê de ye ku Talîban berpirsê qetlîamê ye ku piştî 4 jinên aktîvîst hatin revandin, hatin qetilkirin û avêtin vir. 
 
Nasnameya 3 jinan hîn nehatiye diyarkirin
 
Hate diyarkirin ku nasnameyên 3 jinên din ên jiyana xwe ji dest dane hêj nehatine diyarkirin û Talîban di der barê mijarê de daxuyanî nedaye.