Zaroka tecawiz lê hat kirin hat kuştin

  • 11:42 5 Mijdar 2021
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Zaroka li ser sînorê Îran-Tirkiyeyê tecawiz lê hat kirin ji aliyê malbata xwe ve hat kuştin. 
 
Malbateke ji Afganîstanê ji Îranê derbasî sînorê Tirkiyeyê bû. Li ser sînor tecawizî du zarokên vê malbatê hat kirin. Yek ji sûcdaran hat girtin û yê din ji aliyê dadgehê ve serbest hat berdan. 
 
Li gor nûçeya NuJINHA'yê piştî bûyerê bavê zaroka 16 salî ew ber bi întiharê ve kaş kir. Her çiqas hat gotin zarokê întihar kiriye jî li gor delîlan hat diyarkirin ku ji aliyê 4 birayên xwe ve hatiye kuştin. 
 
Hat diyarkirin 3 kesên zarok qetil kiriye hatiye girtin lê belê yek reviyaye Îranê.