'Em ê biryara Parlamentoya Katalan bibin Parlamentoya Îspanyayê'

  • 09:35 3 Mijdar 2021
  • Cîhan
 
NAVENA NÛÇEYAN - Ji Parlamentoya Îspanyayê Marta Rosique da zanîn dê biryara naskirina Parlamentoya Katalan a naskirina Rêveberiya Xweser bibin Parlamentoya Îspanyayê jî. Martayê wiha got:"Mînakên mîna Rojava alternatîfên li dijî kapîtalîzmê yên dikarin pêk bên nîşanî me didin. Ev jî hêviyê dide me."
 
Parlamentoya Katalonyayê di salvegera rizgarkirina Reqayê ya ji DAÎŞ'ê de rûniştineke taybet pêk anî û bi dengên zêde Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi fermî nas kir.  
 
Piştî biryarê Rêveberiya Xweser ji Parlamentoya Katalonyayê spas kir û got:"Helwesta Katalonyayê ji bo xwedîderketina nirxên em xwediyê wan e kelecanê dide me."
 
Aliyên cuda ev biryar bi dilxweşî pêşwazî kirin. 
 
Parlamentera Republican Left of Catalonia (Partiya Çep a Komarparêz a Katalonyayê) û Endama Meclîsa Nûnerên Îspanyayê Marta Rosique têkildarî mijarê ji ajansa me re nirxandin kir. 
 
'Ji bo ev biryar biçe parlamentoyên din jî konsensus pêk hat'
 
Martayê da zanîn têkildarî naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di navbera du herêman de derbarê pêdiviya hevpariyê konsensus hebû û wiha domand:"Ji bo biryara naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li parlamentoya Îspanyayê û piştre parlamentoyên Ewropayê konsensus pêk hat."
 
'Derbarê hevpariyê de gavek'
 
Martayê da zanîn ku ji 2012'an vir ve ew pêvajoya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin û wiha got:"Em fikirîn ku êdî wekî ozneyên siyasî dem hatiye em hevdu nas bikin. Em derbarê bandorên şer de bi guman in û naskirina Rêveberiya Xweser dê bibe gaveke di navbera herdu aliyan de. "
 
'Mînaka Rojava hêviyê dide me'
 
Martayê da zanîn ku rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ya Îspanyayê cuda ye lê belê herdu aliyan jî têkoşîna civakî û neteweyî dane û wiha got:"Ev yek me bêtir nêzî hevdu dike. Sedema Katalan jî di nava şerê li Rojava bû ev e. Mînakên mîna Rojava alternatîfên li dijî kapîtalîzmê yên dikarin pêk bên nîşanî me didin. Ev jî hêviyê dide me."
 
'Ez ê biryarê bibim parlamentoya Îspanyayê'
 
Martayê da zanîn dê wekî parlamentereke Parlamentoya Îspanyayê ew ê biryara naskirina Rêveberiya Xweser bibe Parlamentoya Îspanyayê jî û wiha got:"Partiyên hukumeta Îspanyayê ava kirin li Katalonyayê bi awayekî erênî deng bi kar anîn û em hêvî dikin ew ê bi heman rengî dengê xwe bi kar bînin."