Jinên Afgan xwestin li dijî xizaniyê bimeşin

  • 10:06 1 Mijdar 2021
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî xizaniya li Afganistanê ya piştî Talbîban jinên Afgan xwestin bimeşin. Lê belê ev yek ji aliyê Taliban ve hat astengkirin û nehat hiştin ku rojnameger karê xwe bikin. 
 
Jinên Afganî li paytexta Afganistanê Kabîlê bi navê "Tevgera Xweser a Jinên Aktîvîst" hatin cem hev. Jin ji bo balê bikşînin ser xizaniya ku piştî Talîban welat dagir kir dest pê kir meşiyan. Piştî ku endamên Talîban destûr nedan meşê jinan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Endamên Talîban ên ku dora çalakvanên jin girtin, destûr nedan dîmenkişandina rojnamegerên ku xwestin çalakiyê bişopînin. Çalakvanan daxwaz û çalakiyên xwe bi rêya telefonên destan tomar kirin. 
 
'Her roj ji ber birçîbûne zarok dimirin'
 
Jinên ku çalakiya rûniştinê berdewam dikin, bi van gotinan rewşa ku welatê wan tê de ye şermezar kirin; “Her roj ji ber birçîbûne zarok dimirin, çima cîhan vê nabîne? Cîhan, tu li hember hovîtiya ku em dijîn ker û lal î."
 
Ji neçarî zarok tên firotin
 
Li Afganistanê ku birçîbûn û xizanî gihîştiye asta herî jor, malbat ji ber ku nikarin zarokên xwe xwedî bikin an jî li wan binêrin, neçar dimînin wan bifroşin an jî li nexweşxaneyan dihêlin. Li welat tenê ji ber birçîbûne, 8 zarokan jiyana xwe dest dan.