Wênesaza cîhanî Îran Darroudî jiyana xwe ji dest da

  • 15:52 30 Cotmeh 2021
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji wênesazên navdar a cîhanê Îran Darroudî jiyana xwe ji dest da.
 
Wênesaza Îranî Îran Darrûdî ji ber nexweşiya Covid 19 jiyana xwe ji dest da. Îran Darrûdî yek ji wan navên ku dema li welêt behsa hunera hemdem tê kirin tê bîra mirov, jiyana xwe li Tehran û Parîsê berdewam kiriye.
  
Îran Darrodî ya li bajarê Meşheda Îranê hatiye dinê, endama malbateke bazirganê Xorasanê ye, piştî ku malbata wê di sala 1937’an de li bajarê Hamburg ê Almanyayê bi cih bûye, demekê li wir jiyaye. Malbata wê di sala 1945’an de, bi destpêkirina Şerê Cîhanê yê Duyem re vedigere Meşhedê.
 
Îran Darroudî ya ku li Ecole Nationale Supérieure des Beaux-Arts dest bi perwerdeya xwe dike, li Akademiya Qraliyetê ya Brukselê perwerde dit. Wênesaza ku bi wêneyên surrealê re îmzaya xwe avêtiye binê berhemên hêja, li gelek navendên Ewropayê jiyana xwe domandiye. Yekem pêşangeha xwe ya xweser li wê vekir. Di dema berdewamiya jiyana hunera xwe ya li Ewropayê de ji kovarên çand û hunera Îranê re dîroka hunerî û rexneyên hunerî dinivîsand.
 
Îran Darrûdî ku di sala 1968’an de jî karekî belgeyî îmze kiriye, li Zanîngeha Pîşesazî ya Tehranê wek profesorê fexrî ya dîroka hunerê hatiye destnîşankirin. Wênesaza ku di sala 1976’an de, wekî yek ji çar wênesazên mezin ên cîhanê hatibû veqetandin, paşê jiyana di navbera Parîs û Tehranê de da berdewam kirin. 
 
Jiyana wênesaz di sala 2009’an de bi belgefîlma bi navê Îran Darroudî: The Painter of Ethereal Moments, ku ji aliyê Bahman Maghsoudlou ve hatiye çêkirin, derket ser perdeya spî.
 
Hunermend Îran Darrûdî ku di xebatên xwe yên hunerî û perwerdehiyê de, di warê çêkirina belgefîlm û bernameyan de serkeftin bi dest xistiye, di rojên dawî ya jiyana xwe de ji ber nexweşiya Covid-19 3 mehan rojên zehmet jiya. Dilê hunermenda 85 salî li hember nexweşiya giran bin ket. (JINHA)