Li Fransayê hezar û 300 hemşîre îstîfa kirin

  • 15:40 30 Cotmeh 2021
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Fransayê hezar û 300 xebatkarên tenduristiyê bi hev re îstîfa kirin. Xebatkarên tenduristiyê yên ku îstîfa kirine di pêvajoya pandemiyê de kedek mezin dane.
 
Hezar û 300 xebatkarên tenduristiyê yên ku hat diyarkirin di têkoşîna li dijî pandemiya Covîd 19 de kedeke mezin dane, bi awayekî komî îstîfa kirin.
 
Wezîrê Tenduristiyê yê Fransayê Olivier Veran ragihand ku ew hewl didin sedema îstîfayan fêm bikin. Wezîr her wiha destnîşan kir ku hemşîre hem westiyabûn û hem jî neçar bûn ku betlaneya xwe bi paşve bixin.