Cynthia Farhat: Dibe ku Efganistan bibe navenda terorê

  • 12:56 30 Cotmeh 2021
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê geşedanên li Efganîstanê de pispora Koma Îxwan El-Misilmîn Cynthia Farhat hişyarî da û got: "Efganistan dê bibe navenda terorê, kuştin û bazirganiya madeyên hişbir e."
 
Piştî ku hêzên Amerîkayê ji Efganistanê vekişiyan, di nîvê tebaxa îsal de tevgera Talîbanê bi temamî Efganistan kontrol kir û di 7'ê îlonê de, hikumeteke demkî ku tenê mêran cihê xwe tê de girt, ava kir. Ev jî bi daxuyaniya berdevkê Talîbanê Zabîhullah Mucahîd re bi nakok bû. Zabîhullah Mucahîd beriya niha di daxuyaniyeke xwe de ragihandibû ku dê jin di civaka wan de çalak bin û di çarçoveya qanûnên wan ên îslamî de bixebitin.
 
'Divê bi lezginîn tedbîr bên girtin'
 
Saziya Maat a Aştî, Pêşketin û Mafên Mirovan ku navenda wê li Qahîreyê ye, raporeke têkildarî rewşa jinan piştî 45 rojan ji serweriya Talîbanê ya li Efganistanê belav kir. Di raporê de sûcên li dijî jinan Efgan ên ji dema serweriya Talîbanê ji 16'ê tebaxê ve û heta dawiya îlona derbasbûyî, hatine eşkerekirin. Di rapora saziyê de wiha hat gotin: "Ji van sûcên; rê li pêşiya jinan hate girtin ku bixebite û fêr bibe, di heman demê de li dijî jinên ku parastina mafên mirovan dikin, sûc hate kirin û metirsî heye ku jin ji mafên xwe yê tevlêbûna qada siyasî bê par bimînin. Ji bilî ku di pêvajoya serweriya tevgera Talîbanê de diyardeya zewicandina zarokan zêde bûye. Em ji ber van sûcan ji civata navneteweyî dixwazin ku bi awayekî lezgîn tedbîran bigire; da ku rê li pêşiya paşguhkirina jinên efganî bigire û mafên wan bêyî cudahî û bi awayekî wekhev misoger bike."
 
'Koletiya zayendî ya zarokên kur rewa dike'
 
Pispora Koma Îxwan El-Misilmîn a Foruma Rojhilata Navîn Cynthia Farhat, derbarê sûcên ku Talîbanê li dijî jinan pêk tîne û bandorên wê yên li ser civakê de, wiha nêrînê xwe anî ziman: "Dijminatiya Talîbanê ya li hemberî jinan bi giştî, ne tenê ji ber ku xwe dispêre hiqûqekê ku teror, îşkence û destavêtina jinan rewa dike, lê di heman demê de jinan diçewisîne da ku kiryarên xwe yên sîstematîk ên destavêtin û koletiya zayendî ya zarokên kur rewa bike. Talîban ji zû de bi navê Başa Bazî dihat naskirin ku ew jî şahiyên tecawizkirina komî ya ji zarokên kurik re bû, piştre wan ji bo cinisî bi kar dianîn û didan kesên dewlemend." 
 
'Bi rêya tundiyê bandorê li siyaseta hikûmetan dike' 
 
Pispor Cynthia Farhat, da zanîn ku Talîban komeke teror û bazirganên madeyên hişbirê ne, her wiha komeke hewl dide bi rêya tundî û tirsandinê, bandorê li siyaseta hikûmet an jî civakê bike û wiha bi lêv kir: "Efganistan dê bibe kaniya teror, kujer û bazirganên madeyên hişbirê. Zehmet e mirov xeyal bike ku welatekî ku ji aliyê van kesan ve tê kontrolkirin, her komeke mirovan, çi jin, zarok û çi mêr be xwedî maf bin, ji ber ku Talîban ne dewletekê îdare dike, lê belê navendeke navneteweyî ya teror, qatil, bazirgên madeyên hişbir û talankeran bi rê ve dibe. "(ANHA)