Ji bo tesbîtkirina zû ya penceşêrê li Mexribê kampanya

  • 13:47 26 Cotmeh 2021
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Tenduristî û Parastina Civakî ya Mexribê di 25'ê cotmehê de, kampanyayek hişyariya neteweyî li ser girîngiya keşifkirina zû ya penceşêra memikan û malzarokê da destpêkirin.
 
Kampanyaya neteweyî ya ku ji hêla Wezareta Tenduristî û Parastina Civakî ya Mexrib (Fas) ve hat destpêkirin di bin dirûşma “Keşifkirina zû ji bo parastina jiyana we û aramiya hişê we" hat destpêkirin. Kampanya dê ji 25'ê cotmehê heta 25'ê mijdarê bidome.
 
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ev kampanya bi armanca hişyarkirina girîngiya pêşîlêgirtin û keşifkirina zû ya van her du penceşêran e û bal kişand ser hewldanên Wezareta Tenduristî û Parastina Civakî yên di vî warî de, tevî şert û mercên Pandemiya COVID-19.
 
Di vê heyamê de wê kampanyayeke ragihandinê di asta neteweyî de were destpêkirin bi armanca perwerdekirina jinên di komên temenên hedef de li ser girîngiya keşifkirina zû ya penceşêra pêsîrê û malzarokê her wiha ji bo hêsankirina gihandina jinan a ji bo xizmetên keşifkirina zû dê komek tedbîr bên girtin.
 
Li gorî daneyên qeydkirî, penceşêra memikan û malzarokê di rêza yekemîn de ye di nava jinên Mexribê de û zêde belav bûye.