10 sal cezayê girtîgehê li DAÎŞ'îya bû sedema kuştina zarokekê hat birîn

  • 10:34 26 Cotmeh 2021
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Elmanyayê li dadgehê endameke DAÎŞ'ê Jennifer Wenisch a hewlatiyê Elmanyayê ji ber bû sedem zarokeke 10 salî ya keç a Êzidî ji tîna jiyana xwe ji dest bide 10 sal ceza lê hat birîn. 
 
Li Elmanyayê doza têkildarî komkujiya Şengalê ya di 2014'an de ji aliyê DAÎŞ'ê ve hat kirin hat dîtin. Di encama dozê de li dadgehê endameke DAÎŞ'ê Jennifer Wenisch a hewlatiyê Elmanyayê ji ber bû sedem zarokeke 10 salî ya keç a Êzidî ji tîna jiyana xwe ji dest bide 10 sal ceza lê hat birîn. 
 
Di dema darizandinê de dozgeriyê xwestibû cezayê muebetê li wê jinê bê birîn. Parlamentoya Belçîkayê di meha tîrmeha derbas bû de komkujiya DAÎŞ'ê li ser êzidiyan kiribû wekî jenosîd pênase kiribû.