Ji bo azadiya Abdullah Ocalan endamên Kongreya Starê nobet girtin

  • 12:29 25 Cotmeh 2021
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Kongreya Starê vê hefteyê di çalakiya 'Nobeta Azadiyê' de ji bo azadiya Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan nobet girtin.
 
Ji bo şikandina tecrîdê û mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 25'ê Hezîrana 2012'yan û vir ve li bajarê Strasbourgê yê Fransayê çalakiya 'Nobeta Azadiyê' dewam dike.
 
Çalakî her hefte ji aliyê komek ji Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê ve tê lidarxistin. Nobedarên hefteya 488'an a çalakiyê jî endamên Kongreya Star e ku ji Elmanyayê tevlî bûne.
 
Nayîme Hessen, Asiye Reşît û Zarîfe Misto vê hefteyê beşdarî çalakiyê bûn.
 
Bi navê çalakgeran Nayîme Hessen axivî û got, "Azadiya Rêber Apo erk û wezîfeya kurdan hemûyan e." Nayîme Hesen destnîşan kir ku xwedîderketina li nobetê ku 10 sal in dewam dike, gelekî girîng e.
 
Nayîme Hesen anî ziman ku di şexsê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de ew şehîdên meha cotmehê bi rêzdarî bi bîr tînin û destnîşan kir ku bi paradîgmaya Ocalan a azadiya jinê re jinên kurd têkoşîneke dîrokî dimeşînin.
 
Nayîme Hessen got, "Bi dîlgirtina Rêber Apo re tê xwestin ku gelê Kurd bê qirkirin" û diyar kir, ji bo kurdan bidawîkirina hewldanên qirkirinê û pêkanîna çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk li Îmraliyê ye.
 
Nayîme Hessen diyar kir ku ew bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta tirk şermezar dikin û got, "Ewropa ku hevparê komploya navneteweyî ye, van sûcên dewleta tirk ên li dijî mirovahiyê ji nedîtî ve tê."
 
Nayîme Hessen anî ziman ku rêya herî girîng a bi dawîkirina komkujiyên li dijî kurdan û êrişên dagirkeriyê, berxwedan e.
 
Nayîme Hessen got, "Ji bo azadiya Rêber Apo divê kurd hemû çalakiyan bikin" û ji bo xwedîderketina li nobetê bang kir.