Encamên hilbijartinê yên fermî yên Iraqê hatin eşkerekirin

  • 11:58 17 Cotmeh 2021
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê encamên dawî yên hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê eşkere kir.
 
Li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê di 10’ê Cotmehê de hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê pêk hat.
 
Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê encamên dawî yên hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê eşkere kir. Li gorî encamê Tevgera Sadir bi 73 kursiyên parlamentoyê yekemîne. Rêjeya tevlîbûnê ji sedê 41 e.
 
Encam wiha ye:
 
Tevgera Sadir: 73, Dewleta Yasa: 37, PDK: 33, Hevpeymana Fetih: 17, Hevpeymana Kurdistan (YNK-Goran) 16, Ezim: 14, Îmtîdad: 9
Nişfê Nû (Neweyê Niwê) 9, Îşraqî Kanûn: 6, Peymana Niştîmanî: 9, Hevpeymana Hêzî Dewlet: 4, Tesmîm: 5, Cemahîrna Huytna: 3, Projeya Nîştimanî: 1, Tevgera Hesim: 2, Hiqûq: 1, Bladî Nîştimanî: 1, Teyarî Fîrateyin: 1, Komeleya Sened: 1, Peyman û  Gorankarî: 1, Cemawerî Nîştimanî: 1, Mintic Nîştimanî: 1, Eniya Tirkmenî: 1, Komela Dadgerî ya Kurdistanê: 1, Hevpeymana Ereb: 1, Textilif Alamal: 1, Aqdar Nîştimanî: 1, Hizbî Nîştimanî: 1
 
40 namzetên serbixwe bi serkeftîne.