Şaredara Parîsê bû berendama serokomariya Fransayê

  • 15:08 15 Cotmeh 2021
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Şarederiya Parîsê Anne Hidalgo, ji endamên partiya xwe ya Sosyalist ji sedan 72’ piştgirî girt û bû berendama Serok Komariyê ya Firansayê
 
Seroka Şaredariya Parîsê ku dû deman hatî hilbijartin û endama partiya Sosyalist Anne Hidalgo, nîha jî li Fransa di sala 2022’an de ji bo hilbijartina Serok Komariyê bû berendam.
 
Anne Hidalgo got: “Ji bo dahatek baş ji zarokan re dabîn bikim dibim berendam.” Partiya Sosyalîst di hilbijarina destpêkê ya partiya xwe ya roja pêncşemê hat kirin de ku dengên wan ji sedan 90 bû, Anne Hidalgo ji endamên partiyê ji sedan 72’an zêdetir piştgirî girt û bû berendam.
 
Anne Hidalga li Franse bi projeyên xwe yên serkeftî tê nasîn. Di heman demê de Anne Hidalgo li dijî guhertina avhewayê emisyona (Mêjandin) gaza serayê were kêmkirin di Cotmeha 2005’an de li Londra di tevna C40’ê ya hemû paytextên cîhanê anîn gel hev de rol lîst û erka rêveberiyê girt ser milê xwe.