Jinên Afgan ji bo bidestxistina mafên xwe çalakî li dar xistin

  • 12:15 11 Cotmeh 2021
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Afgan li hemberî deshilata Talîban li parka Şehr-I Nev a Kabîlê kom bûn û ji bo mafên xwe yên ji dest hatine girtin çalakî kirin.
 
Jinên Afgan ên li parka Şehr-I Nev a Kabîlê kom bûn ji bo mafên xwe yên ji dest hatine girtin çalakî kirin. Jinên Afgan daxwaza mafên xwe yên perwerde, kar û civakîbûnê ku ji 15’ê Tebaxê dema welat ket destên Talîban ji destên wan hatin girtin, kirin. Jinan daxwazên xwe li ser dovîzên weke “Wekheviya jin û mêran pêşketina Afganistanê ye”, “Nan, kar, azadî û tevlîbûna siyasetê”, “Çima civaka navneteweyî bêdeng e, ma qey dengê jinên Afgan nabihîsin” û “Mafê jinên Afgan biparêzin, mafê jinan mafê mirovahiyê ye” anîn ziman.
 
Piştevaniya çalakiya jinan hat kirin
 
Jinên çalakvan bang li Talîbanên ji dema ketî ser deshilatê bang li jinan kirî ku heta agahiyek dinê neçin ser kar kirin. Aktîvîs Şukriye Sadat li ser navê jinên çalakvan ev tişt anî ziman: “Tiştaê ku hn îro dibêjin weke nêrîna giştî welatiyan nayê dîtin. Ger Talîban vê mantixa xwe bidomîne dê têk biçe. Em guh bidin jinan.”
 
Welatiyên li parkê bûn jî bi çepikan piştevaniya çalakiya jinan kirin.