Li Iraqê dengdayîn dest pê kir

  • 10:15 10 Cotmeh 2021
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li seranserê Iraqê ji bo hilbijartinên parlamentoyê dengdayîn dest pê kir. 
 
Li Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê, ji bo hilbijartinên parlamentoyê dengdanê saet di 07.00'an de dest pê kir. We saet di 18.00'an de sindoq bên girtin û jimartina dengan dest pê bike. Bi giştî 167 partî û tevgerên siyasî tevlî hilbijartinê dibin û 3 hezar û 249 namzet li dijî hev di pêşbirkê de ne. Ji namzetan 951 jê jin in. Li gorî qanûna nû ya hilbijartinê, herêmên hilbijartinê ji 18 derketine 83 herêman. 
 
Nêzî 3 saetin welati diçin ser sindoqan, hat diyar kirin ku li gelek navendên dengdanê di cihazê dengdanê de pirsgirêkên teknîkî derketine. Ji ber van pirsgirêkan li hinek navendan heta niha welatiyan nekarîne dengê xwe bikarbînin.
 
Li gorî Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê 23 milyon û 986 hezar û 841 kesan mafê dengdanê hene ku ji vane milyonek û 196 hezar dengên taybet in ku di 8’ê Comtehê de çûn ser sindoqan.