Necla Bouden Romdhane bû seroka jin a yekem a Tunusê

  • 14:02 30 Îlon 2021
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Necla Bouden Romdhane bû seroka jin a yekem a Tunusê.
 
Piştî qeyrana siyasî Serokkomarê Tunusê Kays Said rayeyên meclîsê dabû sekinandin û piştî du meh şûnde Necla Bouden Romdhane ya profesora jeofizik a projeyên Bankaya Dinyayê li Wezareta Perwerdeyê pêşkêş dikir wekî serok tayin kir.  Necla Bouden Romdhane bû seroka yekem a jin a li welêt. 
 
Tê payin Necla Bouden Romdhane li gor serokên serdemên berê kêmtir xwediyê rayeyê be.