Daristanên baranê li Aborjînan vegerandin

  • 10:43 30 Îlon 2021
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Daristanên baranê ên tropîk ku li Ewûstralyayê Daîntree bi peymaneke dîrokî li parastvanên wan Aborjînan hate vegerandin.
 
Mîrasa Cîhanê ya Unesco daristanên baranê ji 180 milyon sal beriya niha malovanî ji Gelê Aborojîn re kirine. Daîntree ku yek ji navenda herî li pêş a trûzma Ewûstralyayê ne, bi ekosîstema xwe antîk, bi dîmenên xwe yên daristanê, bi çemên xwe, bi sûlav û plajên xwe yên spî navdar e.
 
Parka Milî êdî wê bi gelê Kukuyê Rojhilat gelê Yalanjî, hikûmeta eyaleta Quenslandê ve were rêvebirin. Peyman her wiha Nhalba Bull a li ser 160 hezar hektarî, Kalkajaka û Giravên Hope jî di nav de, hemû parkên din ên millî yên Queenslandê di nav xwe de dihewîne.
 
Hikûmeta Queenslandê ku duh milkiyta fermî da Gelê Yalanjî yê Rojhilatê Kuku, ''yek ji çanda herî berê ya cîhanê nas kir''.
 
Wezîrê Hawîrdorê Meaghang Scanlon di daxuyaniyê de got,, ''Ev peyman, wî mafî dide ku bibin xwediyê welatê xwe û rê ve bibin, di parastina çand û endrûstiya trûzmê de bibin lîder û vê bi mêvanan re par ve bikin.''
 
Peyman aliyên Mossman Gorge û Cape Trîbûlatîonê yê daristanê jî vedihewîne.