Li Fransayê ji bo rizgarkirina zarokan a ji tora fuhuşê proje

  • 15:33 29 Îlon 2021
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo rizgarkirina zarokan a ji tora fuhuşê li bajarê Lîlle yê Fransayê projeyeke girîng tê îmzekirin. Projeya ku bi piştgiriya Komeleya Jinan a Solfa dê were pêkanîn.
 
Li bajarê Lîlle yê Fransayê ku îstîsmara zayendî ya li ser zarokan zêde ye, bi piştgiriya Komeleya Jinan a Solfa projeyek tê meşandin. Dema ku fuhuşa zarokan li bajarê Lîlle bûye pirsgirêkek mezin, komele projeya xwe di mijdara 2021’ê de bi alîkariya milyonek euro ya dewletê bi cih bîne.
 
Wezîrê Dewletê ji bo zarok û malbatan di 20’ê Îlonê de çû bajarê Lille, çavkaniyên darayî yên nû eşkere kir. Hat diyar kirin ku dewlet ji bo parastina zarokên li herêma bakurê Fransayê dê 8.5 milyon euro fînanse bike û ev pere tenê di destpêkê de were fînansekirin û tê hêvikirin ku di 3 salan de bi tevahî 23 milyon euro were dayîn.
  
Di nav projeyên ku fon were dayîn de ji bo rizgarkirina zarokên ku mecbûrî fuhuşê bûne cihek nû dê bê vekirin. Ev proje projeyeke pîlot e ku dikare li Fransayê belav bibe. Proje dê bi 10 zarokên ku mecbûrî fihûşê bûne, dest pê bike û Komeleya Solfa ku di piştgiriya jinên mexdûrên şîdetê de pispor e, vî cîhê nû bi rê ve dibe.
 
Rêvebera Navenda Parastina Zarokan a Komeleya Solfa Jean-Yves Jalain, diyar kir ku zarokên dev ji dibistanê berdane yan dê vegerin dibistanên xwe yan jî dê li malê bi mamosteyan re xwendina xwe bidomînin û got ku ew ê bi awayekî dilxwazî piştgiriya akademîk jî ji wan re bê dayîn. Jean-Yves Jalain a diyar kir tîmek çavdêriya projeyê jî hebe wiha axivî: "Di nav de du psîkolog û du teknîsyenên çandiniyê heyî, ji panzdeh kesan dê pêk were. Di çarçoveya projeyê de, zarok dê beşdarî aktîvîteyên din ên wekî baxçevanî, çand û sporê jî bibin."
  
Jean-Yves Jalain wiha dibejê: "Di warê tenduristî de, rewşa van zarokan metirsîdar e. Gelek pêgirtiyên wan hene û divê ew bi baldarî werin temaşekirin dê zarok hem alîkariya psîkolojîk û hem jî bijîşkî bistînin.” Jian-Yves Jalain anî ziman ku piştî ew mehekê li navendê man dê raporek li ser rewşa zarokan were amadekirin û rapora duyemîn jî dê piştî 6 mehan were çêkirin. 
  
Jean-Yves Jalain bal kişand ku navnîşana navendê ji bo ewlehiya keç û tîmê were veşartî bimînê û got: "Piştî ku keç beşdarî bernameyê dibin, ew ê li malên xwe, gel malbatên xwe yan jî li apartmanên ku me ji bo ciwan mezin amede kirine bimînin. Em ê bi berdewamî biçin serdana keçan û raporek li ser rewşa wan amede bikin.” (NuJINHA)