Cara yekem jinek bû şaredara Rabatayê

  • 14:29 25 Îlon 2021
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di hilbijartinên şaredariyan ên li Mexribê de 3 jin wek serokên şaredariyên 3 bajarên mezin; Rabat, Dar El-Beyda û Merakêş hatin hilbijartin. Cara yekem jinek bû şaredara Rabatayê. 
 
Li Mexribê cara yekemîne ku 3 jin ji bo serokatiya şaredariyên 3 bajarên mezin hatin hilbijartin û ev jî nîşan dide ku Mexrib bi awayekî pratîk gavên nû dihavêje da ku wekheviya di navbera jin û mêran de pêk bîne, taybet piştî ku îxwan têk çûn. li Mexribê 3 jin wek serokên şaredariyên 3 bajarên mezin ên wek Ribat, Dar El-Beyda û Merakêş hatin hilbijartin.
 
Asma Aglalo, ji Mîtînga Niştimanî ya Serbixwe, di hilbijartinên giştî de bi ser ket û ji bo şaredariya paytexta Mexribê, Rabatê hat hilbijartin. Bi vê yekê ew bû yekem jina ku wezîfeya şaredariyê li paytexta Mexribê digire.
 
Jina Mexribî Asma Aglalo ji Mîtînga Neteweyî ya Serbixweyan, li hemberî Badia Bennani ji Partiya Dad û Geşedanê û Hassan Laçkar ji Partiya Yekitiya Sosyalîst, roja 24'ê îlonê bi ser ket. Bi vî rengî ew dibe jina sêyemîn ku di hilbijartinên 2021’ê de wezîfeya şaredariyê girtiye. Piştî Zahraa Mansouri ku bû serokbajara Marakeşê û Nabila Rmeili bû serokbajara Dar EL-Bayda Asma Aglalo vê peywirê girt.
 
Asma Aglalo ji 81 dengên ku meclisa bajarokê Rabatê pêk tîne 58 deng girt, li pêş Badia Bennani ji Partiya Dad û Geşedanê 8 deng girt û Hassan Laçkar ji Yekitiya Sosyalîst a Hêzên Gel ku 7 deng girtin, bi ser ket. 
  
Asma Aglalo di heyama zagonsaziyê ya berê de cîgira serokê Meclisa Nûneran bû. Her wiha ew di nav navên navdar ên ku di dîmenê partiyê ya li paytext Rabat de amade bûn û lihevhatina partiyên ku di parlamentoya Rabatê de tên temsîlkirin bi dest xist ku wezîfeya serokşaredariya paytexta Rabatê bi dest xist.
 
Li aliyê din, Seroka Komeleya Hevsengî û Hevwelatîbûnê, Buşra Abdo, di daxuyaniyekê de ji ajansa me re, şîrove kir ku texmînkirina sê jinan yekser di wezîfeya hilbijartinên ku du hefte berê pêk hatin, li gorî hilbijartinên berê, nîşaneyek erênî ye û îsbat dike ku jinên Mexribê dikarin siyasetê bimeşînin. Jixwe jêhatîbûna wan heye ku bighîjin meqamên biryardanê û axaftina xwe wiha domand: "Îro em lihevhatinek siyasî dibînin ku bi navgîniya wê jin di pozîsyonên biryargirtinê de tên pêşniyarkirin lê ew prensîba wekheviyê nagire. Tevî wê yekê jî beşdarbûn kêm dimîne.”
 
Parêzvana mafên jinan hêviya xwe anî ziman ku di qonaxên pêş de, li gorî destûr û hemû sozên navneteweyî yên ku ji hêla Mexirbê ve hatine pejirandin, der barê damezrandina prensîba wekhevî û wekheviya zayendî di hemû mafan de, bêtir destkeftiyan bi dest bixe. Buşra Abdo wiha got: "Divê jinên di qada siyasetê de îro têbikoşin û namzediya xwe pêşkêş bikin da ku wezîfeyên serokatiyê bi dest bixin.”
 
Her çend ev gav li gorî xwestekên tevgerên femînîst nebe jî dîsa Buşra Abdo ew gav wekî qonaxek erênî pênase kir. Ew hêvî dike ku di asta bargiraniyên îdarî de wezîfeyên rastî pêk bînin ku ji baweriyek rastîn a bi kapasîteyên jinan û pozîsyona wan a di qada siyasî de tê dest pê bike îsbat bikin.
 
Hêjayî gotinê ye ku bajarên Dar EL-Bayda, Marakeş û paytexta Rabat, ji sala 2003’an vir ve di pergala yekitiya bajar de dixebitin ku karûbarên wan ên herêmî ji hêla serokşaredarek ku di hilbijartinên herêmî de ji hêla serkeftiyên hilbijartî ve hatine hilbijartin tê birêvebirin. (NuJINHA)