Li Hindistanê di doza tecawizê de 26 kes hatin girtin

  • 14:06 25 Îlon 2021
  • Cîhan
 
NAVEND NÛÇEYAN - Li Hindistanê, zaroka 15 salî bi destdirêjiya komî re rûbirû ma, di çarçoveya lêpirsînê de 28 kes hatin girtin.
 
Hindîstana ku êrîşên tecawizê gelek caran lê diqewimin, zarokek bi awayekî sîstematîk bi tecawizê re rûbirû ma. Rayedarên li Hindistanê doza tecawiza komî lêkolîn dikin. Li bajarê Mumbai, polîsan têkildarî bûyerên tewacizê yen ku di meha çileyê de pêk hatî de heta niha 28 kes hatin girtin.
 
Rayedaran gotin ku destdirêjiyên komî li berbajarên cuda yên Mumbai ku di nav de Dombivili, Badlapur, Murbad û Rabale jî hene, pêk hatine. Zarokê ku piştî bûyeran serî li polîsan da, bi tevahî navê 33 êrîşkaran da û got ku ew hemûyan nas dike.