Şaredar Leîla Mistefa hêjayî Xelata Şaredara Cîhanê hate dîtin

  • 13:42 14 Îlon 2021
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Xelata Şaredara Cîhanê îsal ji 9 şaredaran re hate dayin ku yek ji wan Şaredara Reqayê Leîla Mistefa ye.
 
Xelata Şaredara/ê Cîhanê (World Mayor Award) her sal li gorî karên şaredaran tê dayin. Bi taybetî kalîteya xizmetê ya şaredaran, tevkariya wan li bajaran a di asta neteweyî û navneteweyî de tê nirxandin.
 
Li gorî daxuyaniya derbarê mijarê de hatiye dayîn Amadekar dibêjin, "Xelata Şaredara/ê Cîhanê bêpere ye û ev hilbijartin ne ji bo reklamekê ne jî ji bo meyleke bazirganî tê kirin. Ji ber krîza avhewayê û şewba Covid-19, di projeya Şaredara/ê Cîhanê ya 2021'ê de bajarên hîn xurt, hîn wekhev û hîn şênkahî esas hatine girtin. Ji bo xelata îsal ji deverên cuda yên cîhanê neh şaredar hatine hilbijartin. Di nava van neh şaredaran de Şaredara Reqayê Leîla Mistefa, Şaredarê Enqereyê Mansûr Yavaş û Şaredarê Rotterdamê Ahmed Aboûtaleb jî hene."
 
Di  berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Xelata Jûrî ya Şaredara Cîhanê ji Şaredara Reqayê ya Sûriyeyê Leyla Mustapha re hate dayin, ji ber hewldanên xwe yên ji nû ve avakirina Reqayê piştî dagirkeriya DAÎŞ'ê."