Talîbanê perwerdeya jin û mêr a bi hev re qedexe kir

  • 15:01 31 Tebax 2021
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Talîban a ku li Afganistanê bû desthilatdar, li zanîngehan perwerdeya jin û mêran ku di heman polî de didîtin qedexe kir.
 
Talîban a ku li Afganistanê bû îqtîdar, Wezîrê wê yê Perwerdeya Bilind Abdullah Baqî Haqanî, diyar kir ku jin dikarin li zanîngehan perwerdê bibînin lê nikarin ji mamosteyên mêr dersê bigirin û di polên ku mêr lê hene de jî nikarin bên perwerdekirin.  
 
Abdul Baqî Haqanî, wiha got, "Gelê Afganistanê, bêyî ku mêr û jin bi hev re perwerdê bibînin dê li gorî qanûnên şerîatê di bin ewlehiyê de bên perwerdekirin."
 
Herwiha Abdul Baqî Haqqanî, diyar kir ku ew ê mufredateke perwerdê ya li gorî rêgezên Islamî, milî û dîrokî ya maqû pêk bînin û bi îdaya ku  "bikaribin li hemberî welatên din bikevin pêşbaziyê" wê van guhertinan bikin.