Kurdan li Rûsyayê êriş şermezar kirin

  • 13:25 5 Tebax 2021
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li herêma Saratovêyê ya li navçeya Yerşovê kurdan êrişên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin. 
 
Kurdên li navçeya Yerşovê ya herêma Saratov a Rûsyayê dijîn, êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.
 
Endamên Meclîsa Gel a Kurdên Yerşovê û endamên Komîteya Çandê amade bûn.
 
Endamê Meclîsa Gel a Yerşovê Sultan Bakîr û Mîrzalî Yusuboz û endamê Komîteya Çandê Ehmed Bakî axaftinek kirin.
 
Di axaftinan de hate gotin êrîşên dewleta tirk li ber çavên cîhanê tê kirin û armanc tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurd e.
 
Di axaftinan de hevkariya PDK'ê ya bi dewleta tirk re hate bibîxîrxistin û hate gotin,''Em Kurdên li Rûsyayê dijîn van hêzên hevkar-noker şermezar dikin'' û hat gotin ew ê li ber dîrokê berpirs bin.
 
Bi berdewamiyê de tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate bibîrxistin û hate gotin armanca dewleta tirk a tecrîdê ew e ku polîtîkaya îmha û înkarê bînin asteke dîtir.
 
Di axaftinan de her wiha bang li hêzên kurd û Kurdistanî kirin ku bibin yek û li dijî êrişên li ser Başûrê Kurdistanê rawestin.